Li 2 bajaran 17 qaçaxçî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku fermandariya cendirmeyan li parêzgehên Mugla û Çanakkaleyê operasyonek kir.

Di oparasyonê de 19 qaçaxçiyên ku koçberan derbasî welatên Ewropayê dikin hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya doh li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand:

“Fermandariyên cendirmeyan ên bajarên Mugla û Çanakkaleyê li hemberî qaçaxçiyên ku karê derbaskirina koçberan dikin operasyonek kirine.”

Yerlikaya herwiha anî ziman:

“Di operasyonê de, yek jê biyanî bi giştî 19 qaçaxçiyên ku koçber derbasî welatên Ewropayê dikirin hatine desteserkirin.”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê diyar kir ku ji 19 kesên desteserkirî 17 ji wan hatine girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.