HDPê li dadger giliya Soylu kir

Navenda Nûçeyan – Partiya Demokratîk a Geleyan (HDP) derbarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu de ku gef li Hevseroka HDPê xwaribû gilî kir.

 

Lijneya Rêveber a Navendî ya HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî li hemberî gotinên Wezîrê Navxweyê yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku ji Hevseroka HDPê Pervin Buldan re gotibû “êdî mafê we yê jiyanê tune ye” nerazîbûn nîşan da.


Lijneya Rêveber a Navendî ya HDPê diyar kir, Soylu ji bo ku dîsa bibe wezîr êrîşî HDPê dike û dibêje: “Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu, derbarê mijarekê ku qet eleqeya wê bê HDPê re nîne de, hedê xwe û sînorê xwe yê destûra bingehîn derbas dike û li hevseroka me ya giştî gef xwariye.”


Lijneyê amaje bi wê yekê kir ku Soylu da ku li ber hiqûqê hesabê wan gefên xwe bide wan ew dê  derbarê wî de li dager giliyê tomar bikin.


Hêjayê gotîne ye Hevseroka HDPê Pervin Bulda duh çarşemê (27.06.2018) ragihand ku Suleyman Soylu telefonî wê kiriye û gef li wê xwariye û gotiye: “Em ê hedê we bidin we. Êdî mafê we yê jiyanê tune ye.” Herwiha îro Soylu jî derbarê mijarê de daxuyanî da û got, rast e wî ew gotin kirine û Buldan ji kêmasî ve dibêje.