Serokê YSKê: Em difikirin ku ev hilbijartin dê ji gera yekem zûtir bi dawî bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener, diyar kir ku ew difikirin ku gera duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê ji gera yekem zûtir bi dawî bibe.

Serokê YSKê Ahmet Yener ji bo gera duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê li Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya li Çukurambara Enqereyê dengê xwe da.

Yener piştî dengdanê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku hem di tûra duyemîn de hem jî di tûra ewil de hem li welêt hem jî li derveyî welêt eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinan hatiye dayîn.

Yener got “Hêvî dikim ku encam ji bo miletê Tirk, demokrasiya Tirk, partiyên siyasî û berbijêrên me yên serokomariyê bi xêr bin. Heta niha hilbijartinên me bê pirsgirêk berdewam dikin. Dîsa hêvî dikim ji bo gelê Tirk bi xêr be.”

Li ser pirsa encamên hilbijartinê wê heta kengê bên eşkerekirin, Yener wiha bersiv da “

Wek tê zanîn hilbijartinên 14ê Gulanê hilbijartinek bû ku berbijêrên me yên serokkomariyê û 24 partiyên siyasî beşdar bûn. Ji ber ku di vê hilbijartinê de tenê namzedên serokomariyê têdikoşin, em wisa difikirin ku wê zûtir bi dawî bibe.”

Herwiha Yener pirsa ku qedexeyên hilbijartinê wê kengî bên rakirin jî bi vî rengî bersivand “Piştî saet 17.00’an biryara Lijneyê ya di encama nirxandinê de wê di kîjan saetê de qedexeya weşanê bê rakirin bê nirxandin. Eger qedexe pêştir rabe û destûr bidin ku kanalên televizyonî û ajansên nûçeyan nûçe derbas bikin, dê bi we re were parve kirin.”