Ji Erdogan yekem daxuyaniya piştî hilbijartinê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hilbijartinên îro yên gera duyem a serokomariyê ragihand ku "Ez ji her yek ferdê miletê me yê ku tercîh kirin ku berpirsyariya rêvebiriya welat 5 salên din jî dane me re spasiyê dikim.”

Tirkiye îro ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê çû ser sindoqan. Li gor encamên destpêkê yên ne fermî Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan biser ket.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Stenbolê li Kisikliyê li ber mala xwe daxuyanî da.

Erdogan got: "Îro ya serketî tenê Tirkiye ye, bêyî ku demokrasiya me ti tawîzekê bide. Ez spasiya hemû welatiyên xwe dikim ku îradeya xwe nîşan dan. Ez spasiya xwe pêşkêşî gelê xwe yê ku di navbera du cejnan da, cejna demokrasiyê bi me da jiyan dikim. Me gotibû em dê wisa qezenc bikin ku tu kes dê têk neçe'. Îro ya qezenc kiriye tenê Tirkiye ye. Me bi tewecuha gelê xwe, tûra duyemîn hilbijartina Serokomariyê qedand."

Erdogan herwiha: "Ez ji her yek ferdê miletê me yê ku tercîh kirin ku berpirsyariya rêvebiriya welêt 5 salên din jî dane me re spasiyê dikim. Serkeftiyê hilbijartina 14ê gulanê jî ya hilbijartinên 28ê gulanê jî temamiya 85 milyon welatiyê me ye. Encamên hilbijartina dîsa nîşan dane ku tu kes nikare çav berde destkeftiyên vî welatî."

Serokomarê Tirkiyê herwiha da zanîn ku ew dê îşev bike paytexa wî welatî bajarê Enqerê û dê li wir vê carê li Kulliyeyê (koşka serokkomariyê) axaftina balkonê bike.