Komîsyona Rewşa Awarte 101 hezar û 58 serlêdan red kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyana Lêkolînê ya Karûbarên Rewşa Awarte ya Tirkiyê ragihand ku ji sala 2017an ve 126 hezar û 674 serlêdanên binpêkirinên mafan hatine kirin û derbarê 115 hezar û 130an de biryar hat dayîn û ji van jî 101 hezar û 58 hatine red kirin.

Komîsyana Lêkolînê ya  Karûbarên Rewşa Awarte amarên dûrxistinên ji kar  yên bi Biryarnameyên di Hikmê Qerarnameyê ku wek KHK jî tê zanîn ragihandin.

Ew amar ji kar dûrxistinên sala 2017an heta niha li xwe digirin. Komîsyonê di daxuyani xwe de  eşkere kir ku  ji 126 hezar û 674 serlêdanên binpêkiranên mafan, derbarê 155 hezar û 130 serlêdanan de biryar hatiye dan û ji wan  101 hezar û 58 serlêdan hatine red kirin û 14 hezar 72 serlêdan jî hatine pesend kirin.   

Herwiha Komîsyonê da xuyakirin ku bi giştî biryar li ser  %91 a serlêdanan hatiye dan,  bo 3 hezar 544 serlêdanan biryara pêşlêkolîne hatiye dan û li ser 11 hezar û 544 serlêdanan jî lêkolîn berdewam dikin.

Komîsyona navborî di 23ê Çileya 2017an de Biryarnameyên di Hikmê Qerarnameyê hat damezrandin û di 22 Berfanbara 2017ê de dest bi pêvajoya biryardanê kiriye.