Demîrtaş bersiva Ahmet Hakan da: Rewş qet ne pêkenok e

Navenda Nûçeyan - Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş bersiva rexneyên nivîskarê Hurriyetê Ahmet Hakan ku gotibû “Mirov ma ev qas jî giranî nade henekan” da û got: “Ez van twittan ji bo ku hûn bikenin parve nakim."

 

Ahmet Hakan di qûnciknivîsa xwe de rexne li Selahattin Demîrtaş girtibû û gotibû: “Temam em dizanin tu kesekî pir henekan dikî, lê mirov ma ev qas jî giranî nade henekan! Wateyeke henekan jî heye.”


Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser hesaba xwe yê twittire bersiva rexneyên nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan da û diyar kir ku ew twittên xwe ne ji bo henik kes bi bikenin parve dike.


Demirtaş wiha got: “Temam tu mafdar î, 20 meh berî niha nivê şevê ez ji mala xwe bê sûc hatim revandin û niha ez avêtim hucereyê. Herwiha niha eznamzede serokomariyê me. Wek tu dibêjî rast e, rewş qet ne pêkenok e. Jixwe ez jî ji bo ku hûn bikenin twittan parve nakim, ji bo kû hûn bibînin ez wan parve dikim."