HUDA-PARê derbarê Mansur Yavaş de doz vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA- PAR) li ser gotinên Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş ku gotibû: “Terorîst terorîst e, wek PKK û Huda-Par nayê cûdakirin. Em dijî hemûyane û em dê koka wan bînin.” Doz vekir.

Piştî giliyê HUDA-PARê Mansur Yavaş 27ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û got: “Ev doza ji aliyê avabûneke ku pirsgirêka wê ligel Tirkiye û miletê Tirkiyê heye ji bo min madalyayeke şerefê ye.”

Yavaş dibêje: “Ev doza ji aliyê avabûneke ku pirsgirêka wê ligel Tirkiye û miletê Tirkiyê heye ji bo min madalyayeke şerefê ye. 15ê Gulanê em dê bi vê madalyaya şerefê bibin desthilat. Kî ligel nirxên miletê me di nav şer de bin dê têkoşîna me jî heta dawî berdewam be.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş 19ê Nîsana 2023an li parêzgeha Sinopê di mitingê de li ser pêkhateya Hevpeymaniya Cumhur HUDA-PARê axivî bû û gotibû: “Terorîst terorîst e, wek PKK û Huda-Par nayê cûdakirin. Em dijî hemûyane û em dê koka wan bînin.”