Rapirsiyên dawî: Kîjan berbijêr çiqas deng werdigre?

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Lêkolîna Artibirê Huseyîn Çalişkaner Caliskaner encamên rarpirsiya ku di 13-24ê Nîsanê de li seranserê Tirkiyeyê kiribûn parve kir.

Beşdarvanan li ser pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin çêbibin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan ji berbijêrên jêrîn?” wiha bersiv dan:

Kemal Kiliçdaroglu: Ji sedî 49.4

Recep Tayyip Erdogan: Ji sedî 43.7

Muharrem İnce: Ji sedî 4.5

Sinan Ogan: Ji sedî 2.4

Herwiha beşdarvanan li ser pirsa “Eger hilbijartin derbasî gera duyemîn bibe hûn dê dengê xwe bidin kîjan ji berbijêrên jêrîn?” jî wiha bersiv dan:

Kemal Kiliçdaroglu: Ji sedî 53.6

Recep Tayyip Erdogan: Ji sedî 46.4

Derbarê hilbijartinên parlamentoyê de li ser pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartinên giştî çêbibin hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” li gorî rapirsiyê rêjeya dengên partiyan wiha ne:

AK Partî: Ji sedî 32.3

CHP: Ji sedî 31.4

Partiya Çep a Kesk: Ji sedî 11.9

IYI Partî: Ji sedî 10.2

MHP: Ji sedî 6.4

Rapirsiya Lêkolîna SONARê

Li aliyê din di rapirsiya ku ji aliyê Lêkolîna SONAR ve hatiye kirin de tê dîtin ku di hilbijartinên gera duyemîn de Erdogan bi ser dikeve.

Li gorî rapirsiya Lêkolîna SONARê ku li 25 bajar, 89 navçeyan li ser ser 4 hezar û 541 kesan re rû bi rû kiriye, piştî dengên dengdêrên bêbiryar li ser berbijêran hatin belavkirin, rêjeya dengên berbijêrên serokomariyê yên gera yekem wiha ne:

Recep Tayyip Erdogan: Ji sedî 46.1

Kemal Kiliçdaroglu: Ji sedî 44.1

Muharrem İnce: Ji sedî 7.7

Sinan Ogan: Ji sedî 2.1

Piştî van encaman tê dîtin ku di hilbijartina ku dê derbasî gera duyemîn bibe de dengên Muharrem Înce ji  Erdogan re diçin.

Di gera duyem de piştî dabeşkirina dengên dengdêrên bêbiryar Erdogan ji sedî 52.1, Kiliçdaroglu jî ji sedî 47.9 dengan werdigrin.