Ebru Gunay: Kurd baş dizanin bi tank û topan demokrasî nayê

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ragihand ku di serdema  proseya çareseriyê ya di navbera salên 2013 û 2015ê de budçeya şer kêm bibû û baweriya herkesê bi aşitiyê hebû. Gunay dibêje: “Xweşguzariya Tirkiyê wê demê 6 qat ji ya niha baştir bû, ji ber ku ji wê demê û heta niha budçeya şer 6 qat hatiye zêdekirin.”

Berdevka HDPê Ebru Gunay îro 28ê Nîsana 2022ê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna heftiyane saz kir û derbarê mijarên di rojevê  de axivî.

Gunay ameje bi operasyona Pence Kilîd a Artêşa Tirkiyê ku ji 17ê Nîsanê ve li navçeyên sînorî yên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bi hinceta hebûna gerilayên PKKê daye destpêkirin da û got: “Li dijî axa Herêma Kurdistanê polîtîkayên şer berdewam dikin. Tişta pêkenokî jî ew e ku bergê demokrasî û aramiyê li van polîtîkayên şer dikin. Gelê Rojhilata Naverast û Kurd baş dizanin ku bi polîtîkayên şer tank û topan demkorasî nayê.”

Bi gotina Ebru Gunay desthilata ku hebûna xwe bi şer ve girêdaye ji bilî mirin, wêrankarî û bêwariyê zêdetir tiştekî nade gelan û dibêje: “Di encama polîtîkayên şer ên desthilatê de her roj mirov dimirin û cenaze tên. Take armanca desthilatê ew e ku temenê xwe yê ku nemaye dirêj bike.”

Berdevka HDPê behsa proseya çareseriyê û bandora wê ya li ser rewşa aborî û aramiya Tirkiyê jî kir û got: “Di navbera salên 2013 û 2015ê de budçeya şer kêm bibû û  baweriya herkesê bi aşitiyê hebû. Xweşguzariya Tirkiyê wê demê  6 qat ji ya niha baştir bû, ji ber ku ji wê demê heta niha budçeya şer 6 qat hatiye zêdekirin.”

Ebru Gunay eşekere jî kir ku di serdema proseya çareseriyê de budçeya şer 50 milyar lîre bûn, lê niha gihiştiye 290 milyar lîreyan û tekez kir: “Her dema ku li Tirkiyê budçeyên mezin bo şer hatine veqatandin, Tirkiye ber bi hejariyê ve çûye.”