ROJEVA RAGIHANDINÊ - RTUK 7 kanalên televîzyonan digre


MILLIYET


Pêwist nake amaje bi îslamê bê kirin...


Erdogan li ser guftûgiyên laîktî û îslamê di destûra nû de got, piştî ku mafê hemû pêkhatwyên bawermend di destûrê de bên parastin çi îcab dike îslam ziyatir derkeve pêş. Li ser mijarên din yên rojevê jî, Amerîka êdî weke berê zêde bahsa PYD û YPGê nake. Ermenîstan xwe nade ber helwesteke aştiyane. Fuzeyê HIMARS meha bê tên Kilîsê.


- Li Bûrsayê jinekê xwekuj bombe bi xwe ve teqand kesek mir 23 kes birîndar bûn guman li ser wê yekê ne ku ev kes yeke DAIŞî be.

BÎRGUN


Zinanê xwe beredayî li hev negerînin ev e hişmendiya we..


Piştî daxuyaniya serokê meclîsê Ismail Kahraman, derbarê derxistina laîsîzmê de ji destûra nû, wekîl û wezîrên AKPê bi carekê zimanê xwe li hev birin û anîn qaşo ev ne baweriya wan ya deshilatî ye. Lê hilbijartina kesekî wek İsmail Kahraman ji bo nûnertiya meclîsê delîlê herî xurt e ji bo zihniyeta Îslamo-faşîst ya vê hikûmetê.


- Amerîka duh dîsa hişyarî da bi welatiyên xwe ji bo Tirkiye û dû re bombe li Bûrsa teqiya.

CUMHURIYET


RTUK 7 kanalên televîzyonan digre...


Saziya bilind ya televizyon û radyoyan Rtuk îro li hev kom dibe ku 7 kanalên din jî bide girtin. Kanalên bi dengên muxalif wek Can Erzîncan, IMC,  TV, Van TV, Ozgur Gun TV, Jiyan TV, Hayat TV û Azadi TV li gel Tv Fox, dê biryara girtina wan bê wergirtin. Parlamanê CHPê Bariş Yardakaş balê kişand ser hewla AKPê ku dê ji ser Rtukê hemû dengên li dijî xwe lal bike.


- Xwekuj bi Allahûekber xwe teqand. Li Bûrsayê li nêzîkî bazara mezin, pêkhatina vê teqînê ku hema berî çalakiya CHê bi çend deqîqeyan rûda, bû sedemê gumanên giran ku xwekuj qerebalixa ji bo çalakiyê ji xwe re kiribû hedef, lê ji ber ku lingê wê ertilî li erdê ket zû teqiya.

YENİ ŞAFAK


Rapirsî li ser 4 rojnamegeran...


Li Almanya serdozgeriya Stuttgard dozê li 4 rojnamevana vedike bi hinceta ku agahiyên fermî û nihênî yên dewletê aşkere kirine. Rojnamevan tên tometbarkirin bi belavkirirna belgeyên çekên ku hatine şandin bo Meksîka.


- Ermenistan bi agir dilîze. Erdogan, li ser daxuyaniya Ermenistan ku dibêje amade ne şerrê Azerbeycanê bikin û ku Tirkiye tometbar kir bi piştgiriya Azeriyan got, hertişt li holê ye ya ku li qadê bi ser dikeve Azerbeycan e.

STAR


Nexweşxaneyên xiyanetê...


Li Diyarbekir li nexweşxaneyên Gazî Yaşargîl û Selaheddîn Eyûbî, bi sedan PKKyî û PYDyî bi nasnameyên sexte hatine dermankirin. Di rûdanên 6-7ê Cotmeha 2014an de li şerrê kolanê bi sedan emdamên rêxistinê bi navên nexweşên din hatine dermankirin. Bi xêra hin personelên welatparêz ev skandal aşkere bû. Serdozgeriya Diyarbekir dest bi rapirsiyê kir.

TARAF


Li Diyarbekir mirin û serhildan....


Li Diyarbekir duh, jinek dema dixwaze derbasî aliyê din yê rê bibe di bin tanqa bi zirx ya leşkerî de diperçiqe û canê xwe ji dest dide. Bi ser vê bûyerê de xelk bi kevir û daran tanqa zirxî dide ber derban. Tevlîhevyeke mezin rûda û hêzên taybet bi ser herêma rûdan lê pêk hatî ve girtin.


- Zexta li ser medyayê ne asteng e li ber vîzaya Awrûpa. Di demekê de ku Tirkiye bi helkehelk di nav hewldana pêkanîna 72 pîwerên Yekîtiya Awrûpa de ye ji bo rakirina vîza, Yekîtiya Awrûpa jî got zext û rewşa derbarê ragihandinê de ne mijarên vê rêkeftinê ne.

GUNDEM


Destê xwe nede wekîlê min!


Di plana Serayê de pêngava yekemîn îro tê avêtin ji bo bi destxistina sîstema serokatiyê ku HDPê pûç bikin. Hevgirtina Aştiyê bang li hemû kesên demokrat yên civakê dike ku pişta HDPê bigrin û hevkariya CHPê şermezar bikin di helwesta rakirina parêzbendiyê de.


- Hem kuştin hem dozê li wan vedikin. 3 dayîkên ku zarûkên wan di bombarana Roboskê de hatin kuştin, ji ber ku heqaret li dewletê kirine doz li wan hate vekirin. Dayîkên zarûkên kuştî dê red bikin ku  herin îfade bidin.

EVRENSEL


Pêla grevan...


Li Awrûpa karker dê vê cejna karkeran bi grevan pêşwazî bikin ji ber ku gelek mafên wan hatine binpêkirin. Li Almanya bi milyonan karker hişyariya vê yekê dan, li Fransa jî xwendekar û karker bo sêyemîn car dê bikevin nav grevekê de.