KONYA - Termên 4 kesan li malekê hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selçukluyê ya parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê malbateke 4 kesî di mala xwe de mirî hat dîtin.

Şeva borî li Taxa Parsanê dengê guleyan ji avahiyekê hat bihîstin, cîranên ku deng bihîst polîs ji rewşê agahdar kirin.

Polîs dema gihiştin cihê bûyerê di hundirê malê de termê dayîka bi navê Canfeda, bavê bi navê Nurettîn û kurên wan Hasan Can û Alî Tunç dîtin.

Tê îdiakirin ku kurê wan Alî Tunçê 28 salî bi demançeyê dayîk, bav û birayê xwe kuştine û bi heman demançeyê jî xwe kuştiye.

Parêzgariya Konyayê derbarê bûyerê de got:

“Li ser agahdarkirinê tîmên pêwendîdar çûn cihê bûyerê. Di malê de termê çar kesan hatin dîtin.

Li gorî  agahiyên destpêkê kujer ji malbatê ye. Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.”

Serdozgeriya Komarê ya Konyayê jî ragihand ku wan derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.