Erdogan: Em dê sala 2025an hemû gefan ji holê rakin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku dê di sala 2025an de hemû gefên li ser Tirkiyeyê ji holê rakin.
Recep Tayyîp Erdogan tevlî 8emîn Kongreya Rêxistina AK Partiyê ya Balikesîrê bû û di kongreyê de behsa pêşhatên herêmê Sûriyeyeyê û cihanê kir.
Erdogan ragihand ku ew dê ji sala 2025an û pêve di serî de “teror” hemû gefên li ser Tirkiyeyê ji hole rakin.
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi şerê PKK û Tirkiyeyê jî kir û wiha got:
“Em dê her wiha li pişt sînorên xwe yên başûr jî aramî û ewlehiyê pêk bînin û gefên li wan deran jî ji holê rakin.
Piştî 13 sal ji şerê navxwe zilma 61 salî ya rejîma Beasê bi şoreşa gelê Sûriyeyê bidawî bû lê li Tirkiyeyê tenê partiya opozîsyona sereke şîna vê yekê digire.
Eger ji destê wan bê dê îro li ser kursiya grûba xwe li pey Esedê zalim zêmaran bibêjin.”
“Rêya vegerê vebûye”
Erdogan di beşeke din a axaftina xwe de behsa vegera penaberên Sûriyeyê jî kir û wiha got:
“Rêya vegerê ji bo xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî yên ku ku dixwazin vegerin vebûye.
Yên ku hebûna wan wekî propagandayeke nerênî bikardianîn niha jî ji çûna wan aciz in ji ber ku amûrên wan ên propgandayê dê biçin.
Hemû cîhan dizane ku Tirkiye yekane welatê yekalîker e di çareseriya pirsgirêkên herêmê de.”