Ji bo ku Erhan ‘bi hindik guleyan’ kuştiye cezayê polîs hat kêmkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Cezayê polîs Hamdî Karacayê ku Erhan Eser kuşt, hat kêmkirin û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.

Li gorî nûçeya MAyê, ji bo ku Hamdî Karaca hindik gule berdane Erhan Eser cezayê wî hatiye kêmkirin.

Herwiha di biryara dadgehê de hatiye gotin, "Derfeta wî hebûye ku zêdetir guleyan berde wesayîtê lê ev nekiriye."

Ciwanê Kurd Erhan Eserê 23 salî, 28ê Adara 2022yan li navçeya Beylîkduzuyê ya Stenbolê, bi hinceta ku guh nedaye hişyariya “Raweste" ji aliyê polîsê bi navê Hamdî Karaca ve hat kuştin.

Hamdî Karaca piştre ji ber Ceameta Gulen hatibû îxtrackirin.

Rûniştina doza biryardayînê ku bi sûcê "kuştina biqest" li polîs Hamdî Karaca hatibû vekirin, 29ê Çiriya Paşînê hat kirin.

Tevî raporên keşfê û krîmînalê jî 7 sal û 6 meh ceza li Karaca hat birîn lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 2yan a Bakirkoyê paşê bi hinceta "bandora li paşeroja sûcdar" ceza kêm kir û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza li Karaca birî.

“Dikaribû zêdetir guleyan berde”

Dadgehê sedema biryara xwe jî wiha eşkere kir:

“Derfeta wî hebûye ku zêdetir guleyan berde wesayîtê lê ev nekiriye.”