Hikûmet û opozisyona Tirkiyê çima li ser Kanal Istanbul çav li hev sor dikin?
Hewlêr (Rûdaw) - Di van demên dawîn de mijara ku desthilat û opozisyona Tirkiye li hev sor dike Kanal Istanbul e. Projeya mezin a Kanal Istanbul xuya ye dê di demên pêş de li nava Tirkiye bibe sedema ragêşiyek mezin ya siyasî û aborî. Ji ber ku Şardarê Stenbolê Ekrem Imamoglu û partiyên opozisyonê dibêjen em bi tu awayî rê nadin ku ew kanal bê çêkirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Ekrem Îmamoglu dibêje, ew bi ti awayî rê nadin wê projeya destilata Tirkiyê, ku dixwaze deryaya Marmara bi deryaya Reş ve girê bide.
Lê Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan dibêje, her çi jî bibe bila bibe, ew dê wê projeyê bicîh bikin, û bi bicihanîna wê projeyê êdî keştiyên ku diçin Deryaya Reş, ji wê kanalê re derbas bibin.
Xelkê Stenbolê jî ji wê yekê ditirse ku ew projeya ku 45 kîlometran Kanal e, egera erdhejan li wî bajarî zêdetir bike.
Ka em bi hev re binêrin bê ka ew kanal çi ye û xeyaleke çawa ye?
Ew kanal di navbera Behra Reş û Behra Marmarayê de tê çêkirin û herdû behran bi ser hev ve berdide. Alternatîfek nû ji gewiya Stenbolê re tê çêkirin.
Dirêjahiya vê kanalê derdora 45 kîlemotre ye. Firehiya wê li jor 150 metre li bini 125 metre ye. Kûrahiya wê tam 25 metre ye.
Tê plankirin ku hemû kêştî, tankêr û wesayîtên ku di bosphourûsê re derbas bibin êdî bi ser vê kanalê ve di navbera herdû behran de herin û werin.
Helbet mebest tenê ne çêkirina kanalekê ye, di heman demê de bajarek jî li derdora wê tê avakirin. Li ser 453 milyon metre çargoşe bajarekî ku karibe milyonek kes li xwe bigire tê çêkirin. Li ser 73 milyon metre çargoşe balefirgeheke nû û gelek beşên din ên bajêr têne çêkirin.
Li gorî plana Serokomarê Tirkiye ew proje di 7 salan de tê çêkirin û temenê wê yê aborî 100 sal e. Di ser wê kanalê re 7 pirên mezin, du xetên trênê û du xetên metroyê jî têne çêkirin. Bi giştî cihê kanalê 26 hezar hektar e. Tê payîn ku 1 milyar û 155 milyon û 668 hezar metre çargoşe ax ji cihê qenêlê bê derxistin.
Maliyeta vê projeya mezin jî bi qasî 75 milyar dolar e.
Gelo Çima Hikumet kanaleke wisa pêwîst dibîne?
Serokomarê Tirikye çêkirina wê qenêlê weke beşek ji azadbûna Tirkiye bi nav dike. Ji ber ku bosphoûros bi peymaneke navdewletî tê birêvebirin.
Di sala 1936an de peymana bi navê Peymana Gewîyan a Montroyê hatibû îmzekirin. Li gor wê peymanê kêştiyên hemû welatan bêyî ku destûr ji Tirkiye bixwazin dikarin derbas bibin û tû konrol nayê kirin. Tirkiye nikare heqê derbasbûnê ji tu kêştiyan bixwaze. Tirkiye Nikare li derdora bosphoûrosê hêzên leşkerî bi cî bike.
Va ye ew xal sedemên sereke ne ku ew kanal weke xeyaleke Erdogan tê bi navkirin. Dema ku ew peyman hatibû îmzekirin salane 3 hezar kêştî derbas dibûn, lê niha salane ew rêje bûye 50 hezar tê payîn ku di sala 2050yî de jî bibe sed hezar.
Tirkiye dixwaze derbasbûna belaş ya di bospoûrsê re bi dawî bîne û ferz bike ku ew kêştî bi pere di vê kanala nû re derbas bibin. Li gorî hin pispor û hiqûqnasan bi vê yekê Tirkiye peymaneke navdewletî binpê dike
Li aliyê din ji ber ku Stenbol di bin xetereyeke erdhêjê de ye beşeke zêde ji pisporan çêkirina vê kanalê weke vexwendina erdhêjeke mezintir bi nav dikin.
Li aliyê din rexneyên mezin jî di warê xwezayî de têne kirin. Ji ber ku ava behra reş mîneralên giran li xwe digire, li gor nêrînekê dema ew ev tevlî ya Marmarayê bibe ewê habîtata Marmarayê jî xira bike û giyanewerên nava behrê dê bimirin.
Li hêla din rexne li ser aliyê aborî jî têne kirin. Li gor opoziyonê 75 milyar dolar têrî wê yekê dike ku piraniya kêşeyên Tirikye yên aborî çareser bibin. Lê eger ew xercî li vê kanalê bê kirin wê qeyrana heyî kûrtir û girantir bibe.
Ew nîqaş di van rojan de gihîştine asta herî bilind. Ji ber ku serokomar dibêje di demek pir nêzik de proje destpê dike û heta niha li nêzikî 300 cihî jî sondaj hatine lêxistin.
Xûya ye di demên pêş de kanaleke kûr û dirêj dikeve navbera opozisyon û desthilata Tirkiye. Ji ber ku desthilat amadekariya destpêkirinê, opozisyon jî amadekariya rêgiriya vê kanalê dike.
Ew yek jî dide nîşan ku rojeva Tirkiye di rojên pêş de bi vê mijarê germ û gurtir dibe.