Ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê waliyên nû hatin tayînkirin

27-12-2018
RÛDAW
Nîşan Wan Erdêxan Bilecîk Parêzgeh Mustafa Masatlî Mehmet Emîn Bîlmez Bîlal Şenturk
A+ A-

Navenda Nûçeyan -  Ji bo herdu bajrên parêzgehên Bakurê Kurdistanê Parêzgeha Wanê Mehmet Emîn Bilmez û ji bo Parêzgeha Erdêxan Mustafa Masatlî û ji bo Parêzgeha Bîlecik a Tirkiyê Bîlal Şenturk hatin tayînkirin.

 

Biryara tayînkirinê bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.


Bi biryara nû  ji bo Parêzgeha Wanê Waliyê Erdexanê Mehmet Emîn Bîlmez, ji bo Parêzgeha Erdexanê  Qaymeqamê Mustafakemalpaşayê Mustafa Masatlî û ji bo Parêzgeha Bîlecikê jî Rêveberê Giştî yê Karmendên a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Bîlal Şenturk, hat tayînkirin.


Bi biryarnameya tayînkirina Serokomariyê ji bo Rêveberiya Giştî ya Karmendên a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî Alîkarê Midûrê Giştî yê heman meqamî Gokmen Çîçek hat tayînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst