Erdogan: Dema we çek bin ax kirin pêşiya we vedibe

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan bangî PKKyê kir û got, "Min berê de çi got; Divê hûn çekan bi nax bikin. Dema we çek bin ax kirin, ji bo me her tişt ew e ku em pêşiya we vekin."

Her wiha Erdogan li ser banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Birêz Bahçelî bi rastî jî pêşnîyazeke wêrek û ezber diguherîne pêşkêş kir. Em şirîkê banga birêz Bahçelî ne."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro di Civîna Koma AK Partiyê ya parlamentoyê de axivî.

Erdogan behsa banga Serokê MHPyê Devlet Bahçeli ya ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir û peyam dan DEM Partiyê jî.

Erdogan ji bo DEM Partiyê got, "Me got eger li gorî prensîbên hiqûqî tev bigerin em bela xwe li wan nadin.

Lê dema wan hewl da endamên rêxistina terorê bikin şaredariyan, helbet dê hiqûq û daraz hesêb ji we bipirse.

Ji bo sînorên rewa li welatê me deriyê siyaseta sivîl heta dawiyê vekiriye."

"Tabloya li hemberî me rê nade ku em zêde bi hêvî bin"

Erdogan ji bo danîna çekan bangî PKKyê jî kir û wiha axivî:

"Piştî banga dîrokî ya birêz Bahçeli ku vîzyona siyaseta hevbeş a Tifaqa Cumhur e.

Daxuyaniyên yekem ên ku Qendîl û DEM Partiyê dan, diyar dike ku her du alî jî heta niha li ser mejiyê berê ne.

Tekez divê ev mejî bê guhertin. Eger em bi eşkereyî biaxivin, tabloya li hemberî me rê nade ku em zêde bi hêvî bin.

Tevî van hemû zehmetiyan ji bo ewlehiya niştimanî ya welatê me û dîplomasiyê, tenê ne îro ji bo siberojê jî em bi perspektîfeke dirêj difikirin ka dikarin çi bikin.

"Divê hûn çekan binax bikin"

Min di rabirdûyê de çi got: Divê hûn çekan binax bikin. Dema we çek binax kirin, ji bo me her tişt ew e ku em pêşiya we vekin.

Lê eger hûn çekan binax nekin û li her derê teqandina bombeyan berdewam bikin, dê destê vê dewletê li ser milê we be.

Di demekê de ku herêma me bûye gola xwînê, ji bo 85 milyon mirovan û nifşên siberojê erkê dewletê ye ku li hemberî her rîskekê tedbîran wergire."

"Em şirîkê banga birêz Bahçelî ne"

Erdogan di beşeke din a axaftina xwe de wiha got:

"Birêz Bahçelî bi rastî jî pêşnîyazeke wêrek û ezber diguherîne pêşkêş kir.

Bi vê bangê re bazarhezên navxwe bêhêvî bûn. Em şirîkê banga birêz Bahçelî ne.

Em vê mijarê ji hemû aliyan ve bi dest digirin û dinirxînin.

Em bi birêz Bahçelî re bi aheng û koordîne tevdigerin. Tifaqa Cumhur bi xurtî rêya xwe didomîne.

Em ê dîwarê terorê yê ku tê xwestin di navbera Tirk û Kurdan de bê lêkirin hilweşînin."