Li Stenbolê 9 kes bi tohmeta DAIŞê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê di operasyona li dijî DAIŞê de 9 gumanbar hatin desteserkirin.

Ji bo gumanbarên ku hat tespîtkirin li ser navê DAIŞê pere kom kirine, alîkarî dane, ji bo belavkirin û şandina pereya xebat kirine, biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li ser vê ekîbên Birêvebiriya Şaxa Têkoşînê ya li Dijî Terorê ya Stenbolê xebat da destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê di operasyonê de 9 gumanbar desteser kirin.