Pispor dibêjin AK Partiyê li Enqerê karê CHPê zehmet kir

Enqere (Rûdaw) - Proseya ragehandina kandîdên partiyên siyasî bo helbijartinên heremî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam e. Herî dawî Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê navê 20 kandîdên din ên partiya xwe aşkere kirin ku di wan de kandîdê Enqere û Îzmîrê jî hene, her çende ku tê gotin kandîdê AK Partiyê  ji bo Stenbolê dê Serokê Parlementoyê Bînalî Yildirim be jî, lê navê wî heta niha jî bi fermî nehatiye ragehandin.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan navê 20 kandîdên partiya xwe ji bo helbijartina heremî eşkere kir ku di nav wan de kandîdên Enqerê û Îzmîrê jî hene. Erdogan ragihand ku kandîdê AK Partiyê bo şaredariya Enqerê Mehmet Ozhesîkî ye, her çende Ozhesekî ne xelkê Enqerê ye jî lê enqereyî wî baş nas dikin.


Derbarê kandîdbûna Ozhesîkî de hemwelatiyekî Enqere Recep Altin  ji Rûdawê re wiha got: “Mehmet Ozhasekî kesekî rast û dirûst e. Ez bawer dikim ku ji bo Enqerê kandîdekî baş û erênî ye.”


Kesekî bi navê Hasan Gedîk jî got: “Kesekî baş û zana ye. Ew dikare xizmeta Enqerê bike. Di karê xwe de şareza ye û kesekî bi bawer e. Ew dê Enqerê pêş bixe.”


Welatî Necîp Gezer jî anî ziman: “Ew şaredarê Qeyseriyê  bû û gellek serkevtî bû. Ji bo min kandîdekî baş em lê ka dê oposizyon çi bike ez nizanim.”


Analîstekî nêzîkî CHPê jî kandîdê AK Partiyê yê Enqerê weke kesekî baş û serkevtî bi nav dike û dibêje karê oposizyonê li hember kesekî weke Mehmet Ozhasekî zehmet e.


Derbarê heman mijarê de şirovekar û lêkolîner Celal Înal  wiha axifî: “Ji bo AKPê kandîdê herî baş e û êdî ji bo Enqerê standart bilind bûye. Ji ber ku kandîdê AKPê kesekî bê xîlaf e û kesekî paqij e. Lazim e oposizyon zêdetir kar bike, karê oposizyonê giran bû.”


CHP, IYI Partî û Partiya Saadetê jî di nav hevdîtinan de ne ku ji bo Enqerê  li ser kandîdekî hevpar li hev bikin  û şaredariya di destê AK Partiyê de derbixin, lê bereya oposizyonê heta niha jî li ser vê yekê negehiştiye encamekê.