Bandora dengderên kurdên Stenbolê li ser hilbijartinan

Stenbol (Rûdaw) - Rêjeya dengdêrên Stenbolê di nava dengdêrên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de ji sedî 19 ye û rêyea dengên Stenonbolê bi giştî bala partiyên siyasî dikişîne.

 Her çiqas ku xebateke berfireh ji bo hejmara dengdêrên kurdan diyar bike nehatibe kirin, li gor lêkolîneran di nava hejmara dengdêrên Stenbolê de dengdêrên kurd jî ciyekî taybet digirin. Ji ber vê rêjeyê Stenbol bi giştî bala partiyên siyasî dikişîne. Lê li gor encamên 7ê Hezîranê kurdên Stenbolê dengên xwe bêhtir didin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û AK Partiyê.

HDPê û AK Partî  partî ji bo dengên kurdan bêhtir bistînin di nava pêşbirkê de ne.

Di nava 10 milyon dengdêrên Stenbolê de nêzîkî 2 milyon dengdêrên kurd hene. Şîrovekar û lêkolîner texmîn dikin ku di hilbijartina 1ê Mijdarê de careke din dengên Kurdan dê di navbera her dû partiyan de dabeş bibin.

Li gor îstatîstîkan hejmareke zêde kurdên deng didan AK Partiyê di 7ê Hezîranê de deng dane HDPê. Ji ber vê rewşê AK Partiyê di lîsteya namzetên xwe yê Stenbolê de hin guhertin çêkir û wezîrê berê ye çandiniyê li Stenbolê nîşan da. Lê çavderên siyasî dibêjin dengdêrên kurd bêhtir rojeva şer û pevçûnan dişopînin.

Li gor xebateke zanistî kurdên kurmanc dengên xwe bêhtir didin HDPê, lê kurdên zaza didin AK Partiyê.

Di hilbijartina 7ê Hezîrane de li Stenbolê zêdetirî 10 milyon dengdêr hebûn. Di hilbijartina 1ê Mijdarê de dê 80 hezar dengdêr li ser vê hejmarê zêde bibin. Di nava wan de bi deh hezaran dengdêrên kurd jî hene. Partiyên siyasî ji bo van dengdêran jî xebatên taybet dikin.