Ji sedî çendê xwendeyan koç kir?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên TUÎKê sala 2023yan koça derçûyên xwendina asta bilind a ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên Koça Derçûyên Xwendina Asta Bilind a 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2023yan rêjeya koça derçûyên xwendina asta bilind derketiye ji sedî 2yan û ev rêje ji bo jinan 1,6 e û ji bo mêran jî ji sedî 2,4 e.

Hat ragihandin ku mezûn herî zêde berê xwe didin welatên Amerîka û Almanyayê.

Bi rêjeya ji sedî 21,4an Amerîka di rêza yekem de ye û piştî wê bi rêjeya ji sedî 17,5 Almanya tê.

Her wiha ji sedî 11,2yê wan koçî Brîtanya û ji sedî 6,9ê wan jî koçî Holendayê kiriye.

Rêjeya derçûyên ku çûne Kanadayê jî ji sedî 4,9 e.

Herî zêde kesên di kîjan qadê de koç kiriye?

Teknolojiyên ragihandin û înformatîkê: Ji sedî 6,8

Endazyarî û Avahîsazî: Ji sedî 4,4

Zanistên Xwezayê û Bîrkarî: Ji sedî 2,6

Koça kesên xwedî bernameyên lîsansê:

Genetîka bîyolojîkê: Ji sedî 17,9

Endezyariya bîyoyê: Ji sedî 10,2

Endezyariya kar: Ji sedî 9,8

Endezyariya elektronîkê: Ji sedî 9,1

Endezyariya bîrkariyê: Ji sedî 8,9

Endezyariya komputerê: Ji sedî 8,4

Herî zêde koçî kîjan welatan hatiye kirin?

Amerîka: Ji sedî 21,4

Almanya: Ji sedî 17,5

Brîtanya: Ji sedî 11,2

Holenda: Ji sedî 6,9

Kanada: Ji sedî 4,9