Li 6 parêzgehan li dijî Cemeata Gulen operasyon hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda wê Îzmir li 6 parêzgehan ji bo desteserkirina 16 kesan bi hinceta peywendiyaê wan bi Cemeata Gulen re heye operasyon hat destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê derbarê 16 kesên ku bi îdiaya têkiliyan wan bi Cemeata Fetullah Gulen re heye biryara desteserkirina wan da.

îmên Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Îzmîrî ji bo desteserkirina kesên navborî, navneda  wê Îzmir li 6 parêzgehan operasyona hevdem da destpêkirin.

Di operasyonê de 13 kes hatin hatin desteserkirin  û xebatên desteserkirina 3 kesên din jî berdewam e.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê ew 16 kes di nav artêşa wî welatî de bûne, lê piştî lêpirsînê peywendiyan wan ligel artêşa Tirkiyê hate qutkirin.