3 kes ji ber ‘Bêrîtan’ê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê 3 kes ji ber stranan “Bêrîtan”ê hatin girtin.

Ciwanan 23yê Tebaxê piştî temambûna Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Dokuyê strana “Bêrîtan”ê gotibû.

Hêzên ewlehiyê ev stran kiribû hincet û 5 kes desteser kiribûn ku hevserokên Esenyurtê yên DEM Partiyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan ji di nav wan de bûn.

Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan piştî îfadeyên xwe bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

3 kesên din ên ku navên wan nehatine zanîn bi hinceta "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Dokuyê ji aliyê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve hatibû organîzekirin.