Cenazeyê leşkerê firarkirî di çem de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bartinê ya Tirkiyê cenazeyê kesekî ku di çem de hat dîtin, hat ragihandin ku yê M.E.K. ku ji yekîneya xwe ya leşkerî firar kiriye ye.

Duh danê êvarê li taxa Kemer Kopruyê ya Bartinê li qeraxa çem xelkê derdorê bêhneke genî ferq kirin.

Li ser agahdarkirinê polîsên ku ji bo herêmê hatin veguhestin, li rastî cenazeyê zilamekî, serdevkî li ser avê hatin.

Piştî ku tîmên agirkujê cenaze bi belemê ji çem derxistin, ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê.

Di lêkolînê de hat tesbîtkirin ku kesê mirî M.E.K ê ku 10 roj berê ji yekîneya xwe ya leşkerî ya li Bartînê firarkirî ye.