Fethullah Gulen partiyek ava kir

Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin, rêberê tevgera îslamî ya bi navê Cemaeta Gulen, Fethullah Gulen partiyekê ava dike û di nav wê partiyê de 8 parlamenterên berê yên AKPê jî hene.

Li gorî medyaya Tirkiyê, ew gotegot û îdiayên ku beriya niha li ser Fethullah Gulen ên derbarê avakirina partiyeke siyasî de dihatin gotin, dibe rastî.

Li gorî agahiyan, Gulen partiyekê bi navê “Partiya Xizmeta Heqq” ava dike û serokê wê jî kesekî bi navê Prof. Dr. Abdurrehîm Karsli ye.

Tê gotin, 8 parlamenterên berê yên AKPê ku piştî bûyerên 17ê Kanûna par û nakokbûna AKP û Cemaeta Gulen dest ji AKPê berdabûn, jî dibin endamên avaker ên wê partiyê.

Fethullah Gulen, ev nêzîkî 16 sal in li eyaleta Pensîlvaniya ya Amerîka ye.

Beriya ku navbera wî û Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan aloz bibe, Erdogan çend caran ew vexwendibû Tirkiyê lê piştî operasyonên bertîl û gendeliyê yên 17ê Kanûna par ku di encamê de gellek rayedarên hikûmetê û bazirgan bi tohmeta gendeliyê û diziyê hatibûn girtin, Erdogan Cemaeta Gulen bi hewla encamdana kûdetayê li dijî hikûmeta AKPê tohmetbar kir û Fethullah Gulen jî bi xiyaneta netewî sûcdar kir lewma Gulen êdî nekarî vegere Tirkiyê.

Erdogan her wiha ragihand ku ew hewl didin Gulen ji Amerîka bisîtinin da ku li Tirkiyê dadgehî bikin lê dewleta Amerîka ev daxwaza Tirkiyê red kir.