Abdullah Kiran: Kiliçdaroglu derfeta ji bo geram duyemîn bikar nehanî
Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyên û şîrovekarê siyasî Prof. Dr. Abdullah Kiran ragihand ku şansê serketina Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di gera duyem de hebû, lê wî derfetên hene bikar nehanî û niha ew şansî wî nema.
Akademisyên Prof. Dr. Abdullah Kiran beşdarî bultena Rûdawê bû û encamên hilbijartinên 14ê Gulanê û gera duyem a hilbijartinên Serokomariyê Tirkiyê nirxand.
Abdullah Kiran anî ziman ku di gera duyemîn de şanşê biserketina Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu nîne û got: “Bi bîr û baweriya ege CHPê bi taybetî Kiliçdaroglu ev du hefteyên dawî baş bi kar anîba û peyamên baş û zelal di derbarê aştî, sîstema dadmendî, azadî û mafên mirovan û çareseriya pirsgirêka Kurd de bidaya, şansê wî yê serketinê hebûya, lê belê ev peyam nedan.”
Kiran bi bîr xist ku Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ji bo piştgiriyê lihevkirinek ligel Berbijrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan pêk anî û got: “Li gorî min ev tifaq dê bandoreke neyînî li dengên Erdogan bike. Erdoganê ku ji sedî 49,5ê dengan stendibû û li ser wê yekê hevdîtinek ligel Sînan Ogan re kir û lihevkirinek bi wî re pêk anî. Lê bêyî bi ti aliyekî re li hev bike û tawîzên siyasî bide bi hêsanî dikarî di vê hilbijartinê de serbikeve. Lê belê CHP û Kiliçdaroglu ji şaşiya Erdogan û AK Partî kirine şaşiyeke mezintir kirin. Peyama Kiliçdaroglu ya bi Umit Ozdag re bi rastî sosret bû.”
"Kurd di gera duyemîn de behsa boykotê dikin"
Kirana amaje bi wê yekê kir ku herdu alî ji bo Kurdan dehf bide her tişt kirin û wiha pê de çû: “Niha gelek Kurd dibêjin em dê neçin ser sindoqan. Bi awayekî eşkere behsa boykotê dikin. Bi dîtina min diviyabû Kiliçdaroglu bi van beşên şovenîst û neteweperest re îmze nekira. Di vê peymanê de behsa berdewamiya sîstema qeyûm tê kirin. Ev sosret e. Di wê xalê de, li şûna wê wan dikaribû wiha bigota; Ger şaredarek tiştekî neqanûnî bike, bi biryara dadgehê dikare ji peywirê were dûrxistin û li şûna wî şaredarek bê hilbijartin. Lê belê pergala wesayetê ya ku Kiliçdaroglu îmze kiriye ne ji ya Erdogan cudatir e, heta ku xerabtir e.”
"Kiliçdaroglu şansê xwe kêm kir"
Kiran destnîşan kir ku li cîhanê mînakên ku di gera duyemîn de gelek berbijêrên dengên standine bi ser ketine hene û got: “Di vî warî de ez çend mînakan bidim. Li Awûstûryayê di sala 2016an de berbijrê dengên wî kêm di gera duyemîn bi ser ketibû. Li Uruguay di hilbijartinên 2019an de, 2021 Ekvador, 2021 Şîlî, 2022 Slovenya, 2022 Brezîlya û 2023 Montenegro li van welatên ku hemû bi sîstema parlamenî tên birêvebirin, di gera duyemîn de berbijêr dengê wan di gera duyemîn de bi ser ketine. Bi stratejî û polîtîkayên rast civak razî kirin û di gera duyemîn de bi ser ketin. Di gera duyemîn de ji bo aliyê sêyem nîne serî zelaltir in. Kiliçdaroglu nekarî vê derfetê baş bi kar bîne, ji ber wê şansê xwe kêm kir.”
"Ya ku di hilbijartinên 2023an de winda kiriye HDP ye"
Derbarê kêmbûna rêjeya dengên HDPê de jî ku bi nav û logoya Partiya Keskên Çep beşdarî hilbijartinan bibû Kiran wiha got: “Ti sedemek Kurdan nîne ku biçin ser sindoqan. Siyaseta HDPê mala Kuran wêran kiriye. Siyaseta HDP-YSPê bû sedema bêhêvîbûneke mezin li Kurdan. Di vê hilbijartinê de hema hema malên kurdan xera kirin. HDP windarkiriya hilbijartinên 2023an e. Dengên wan ji sedî 13 daket ji sedî 8an. Tevî ku hilbijartinek di şert û mercên asayî de pêk hat û hilbijêrên nû lê zêde bûn jî, dengên wê ji 6 mîlyonî daketin 4 mîlyonî.
Sedema sereke ya kêmbûna rêjeya dengan; daxwaza gel a derxistina berbijêrek Kurd cidî negirt. Eger berbijêrekî Kurd ê serokomariyê derbixistina, wî dê ji sedî 15 yan jî ji sedî 20ê dengan bidest bixe. Ev jî tê wê maneyê ku sîstema siyasî ya Tirkiyê dê were astengkirin û çarenûsa wê bikeve destê Kurdan. Wê demê dê sistema Tirkiyê bixetimiya û destên Kurdan bihêz dibû. Ev tê wê wateyê; kesên ku bixwazin serbikevin dê li deriyê kurdên bixistan û daxwaza dengên wan bikira. Ev encama siyaseta HDP ya bi zanebûn bûye.”
“Kurd ji gera yekem zêdetir naçin ser sindoqan”
Kiran da zanîn ku HDPê di gera duyemîn de şansê xwe yê dengdêrên Kurd razî bike û bibe ser sindoqan winda kiriye û got: “Kiliçdaroglu li bajar û deverên Kurdan ên ku kurd lê kom bûne rêjeyeke pir bilind a dengan standiye. Li hinek bajaran CHPê %2, Kiliçdaroglu jî %60ê dengan stend. Ji ber vê yekê Kurdan çi ji destê wan hat ji bo Kiliçdaroglu kirin. Eger dengdêrên rastgir ên li Tirkiyeyê helwesta xwe biguherînin û dengê xwe bidin Kiliçdaroglu, belkî bi ser bikevin. Lê ez bawer nakim ku Kurd ji gera yekem zêdetir biçin ser sindoqan.”