Li Denîzlî agir bi kargeheke cil û bergan ket
Navenda Nûçeyan - Li qezaya Pamukkale ya ser bi bajarê Denîzlî yê Tirkiyê agir bi kargeheke çêkirina cil û beragn ket û di demeke kurt de agir li tevahiya kargehê belav bû.
Piştî agahdarbûnê gelek tîmên agirvemirandin, tendirûstî û polîsan bo cihê bûyerê hatin şandin.
Kargeh şewitî û nêzîkî 2 saet û nîv agir berdewam bû û tîmên agirvemirandinê bi 20 otomobîlan hewl dan agir vemirînin.
Ev bûyer li taxa Korucak a Pamukkaleyê saet 03.30 serê sibeha îro çêbûye û heta niha nayê zanîn ka sedem çi bûye.
Karkeran jî hewl dan kelûpelên nav kargehê derxînin derve û heta niha derbarê zerar û ziyanan de ti agahî nehatine belavkirin.