Murat Kurum li ser Başak Demîrtaşê axivî

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Kurum di heqê namzedbûna Başak Demîrtaşê de axivî.

Başak Demîrtaşê piştî bi hevjînê xwe Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin kiribû ragihandibû ku heke DEM Partî erê bike ew dê bibe namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

DEM Partiyê piştre biryar dabû ku Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî bibin namzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Kurum li ser namzedbûna Başak Demîrtaşê got:

“Ji hinek cihan telîmat hat, ew jî ji namzediyê vekişiya.

Wan got Meral Xanim û Murat Beg di çarçoveya sîstema hevserokatiyê de hatine destnîşankirin.

Yekî ji Qendîlê daxuyanî da. Got, ‘Em berê we didin vê tifaqê, divê hûn dengê xwe bidin vê tifaqê.’

Ji Qendîlê telîmateke rasterast hat. Pêvajoyeke wiha heye. DEM Partî li ser îdeolojiyê ava bûye.”