Li Girava Îmraliyê şewat derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan lê girtî ye, şewata daristanê derket. Herwiha biryar e, Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KC) Leyla Guven îro derbarê bûyerê de daxuyaniyekê bide.

Li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan lê di girtîgehê îro Pêncşemê 27ê Sibatê sibê şewata daristanê derket û ji ber bayê agir gur bûye.

Derbarê şewatê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku agir dûrî girtîgeha Îmralî ye û ji bo vemirandinê xebatan dest pê kir.

Suleyman Soylu da zanîn ku helîkopter jî tevlî xebatên vemirandina agir bûne û ew hêvî dike ku di demeke kurt de agir dê were vemirandin.

Herwiha hat zanîn ku tîmên agirkujiyê ya Rêveberiya Daristanan û Şaredariya Bursayê ji bo vemirandina agir ketine nava tevgerê.

Biryar e îro saet 14.00ê Hevseroka KCDê Leyla Guven jî derbarê bûyerê de daxuyaniyekê bide.

Li Girava Îmraliyê ligel Abdul Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamilî Yildirim jî di Girtîgeha Îmraliyê de girtî ne.