Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê rapora xwe ya salane eşkere kir

Enqere (Rûdaw) – Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê (ÎHD) ragihand, di sala 2013an de li Tirkiyê 269 jin hatine kuştin, 33 girtî di zîndanan de mirine her wiha 22 kes ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine kuştin.

ÎHDê îro (27.02.2014) li navenda giştî ya komeleyê rapora mafên mirov a sala 2013an a Tirkiyê ji raya giştî re eşkere kir.

Di civîna rojnamevaniyê de Serokê Giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan naveroka raporê eşkere kir û ragihand, bi destpêkirina pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê re, şer û pevçûn hat sekinandin lê ji ber ku hikûmet ti gavek nehatiye pêvajo xitimiye.

Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ew pakêtên demorasiyê yên ku hikûmetê amade kirine jî nekarîn hêviyan bicîh bînin ji ber ku tenê ew pakêt bo wek taktîkekê dihatin ragihandin da ku pêvajo têk neçe.

Turkdogan behsa xwepêşandanên Parka Gezî ya Stenbolê jî ku par havînê li dijî têkdana parkê hatibûn destpêkirin û paşê wek pêleke li dijî hikûmeta AKPê li gellek deverên Tirkiyê belav bibûn, kir û anî ziman, di alozî û xwepêşandanên Geziyê de ji encama bikaranîna hêzê ji aliyê hikûmetê ve 9 kesan jiyana xwe ji dest da, her wiha 9 hezar û 564 kes birîndar bûn, 6 hezar û 977 kes hatin desteserkirin ku 187 jê hatin girtin.

Di beşek din a rapora ÎHDê de, behsa operasyonên 17ê Kanûna par ku wek operasyonên bertîl û gendeliyê tên binavkirin, hatiye kirin.

Li gorî raporê, di sala 2013an de binpêkirinên li dijî kurdan bi awayekî sîstematîk berdewam bûye ji ber ku 19 kes bi hêceta ku guhdarî hişyariya “bisekine” nekirine hatine kuştin ku 2 jê zarok bûne, her wiha 19 kes birîndar bûn, 2 kes jî ji aliyê cerdevanan ve hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne. li ser sînor, 22 kes hatine kuştin ku 3 ji wan zarok, 1 jê leşker bûne û 58 kes jî birîndar bûne, kesek jî ji aliyê pasewanên taybet ve hatiye kuştin.

Di rapora ÎHDê de behsa kuştina jinan jî hatiye kirin. Li gorî raporê, 269 jin ji ber sedemên cur bi cur hatine kuştin ku ev yek li gorî amara 2012an bi awayekî berbiçav zêde bûye, ji ber ku sala 2012an 177 jin hatibûn kuştin.

Li gorî raporê, 556 jîn rastî destdirêjî û êrişên cinsî hatine.

Turkdogan da zanîn ku di sala 2013'an de 233 kes hatine desteserkirin, 307 kes ji derveyî cihên binçavkirinê rastî kiryarên xerab hatine. 39 jê zarok 843 kes di girtîgehan de rastî êşkence û kiryarên xerab hatine,109 kes ji aliyê hêzên alîkariyê ve bi sedema bibin sîxur rastî pêkutiyên xerab hatine. Turkdogan got, "Di sala 2013'an e der barê 19 komeleyan de bi sedema girtinê doz hatine vekirin. 27 caran li hember avahiyên partî û komeleyan êrîş pêk hatine." Turkdogan da xuyakirin ku 144 hezar û 178 girtî hene, ji wan hezar 987 zarok in. Turkdogan got ku bi giştî 28 hezar 898 girtî, 115 hezar û 280 hikûmxwar hene.

Turkdogan, her wiha li ser hinek binpêkirinên din ên li Tirkiyê jî ev agahî da:

Kuştî û birîndarên bêdaraz: 44 mirî, 82 birîndar  

Êrişên ku êrişkar nayên zanîn: 18 mirî, 4 birîndar

Şerê çekdarî: 29 kuştî, 7 birîndar

Mirin û birîndarên şikdar: 30 mirî

Êrişên nefretê: 12 mirî, 14 birîndar