Li Îzmîrê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, li Deryaya Egeyê erd hejiya.

Erdhejê demjimêr 08:19an rû da û mezihaniya wê 5,1 pile bû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku kûrahiya erdhejê 8,51 kîlometre bûye.

Herwiha navenda wê erdhejê jî Kendava Kuşadasiyê bû û bajarên derdorê jî hest pê kiriye.

Li aliyê din, Parêzgarê Îzmîrê Suleyman Elban li ser erdhejê daxuyanî da û got, “Em ji rewşeke neyînî nehatine agahdarkirin.”

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.