Li Hatayê bûyera trafîkê: 14 karkerên demsalî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dortyolê ya ser bi parêzgeha Hatayê minîbuseke veguhestina karkerên demsalî wergeriya û di encamê de 14 karker birîndar bûn.

Îro Duşemê 26ê Berfanbara 2022an li navçeya Dortyolê ya ser bi parêzgeha Hatayê li herêma Yeniyurtê minîbuseke veguhestina karkerên demsalî wergeriya û di encamê de 14 karker birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û ewlekariyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin û karkerên birîndar veguhestin nexweşxaneyên parêzgehê.

Li gor zanyariyan ji ber bûyera trafîkê ji bo demekê çûnûhatin zehmet bûye û piştî kontrola hêzên ewlekariyê çûnûhatin asayî bûye. Herwiha hatiye ragihandin ku rewşa tendirûstî ya karkeran baş e.