Li Sêwasê du trên li hev ketin

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Sêwasê du trên li hev ketin, di encama bûyerê de 10 kes birîndar bûn.

 

Li Tirkiyê bajarê Sêwasê trêna rêwiyan û trêneke veguhestina alavan li hev ketin. Li gor zanyariyên destpêkê 10 kes birîndar bûne.

 

Trêna ku ber bi navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê diçû, li nêzîkî navçeya Ulaşê, li trêneke veguhestina alavan ket ku li ser rêya hesinî rawestiyabû.

 

Hat ragihandin ku bûyer ji ber bandora mijeke zêde qewimiye.

 

Herwiha tîmên tendirustiyê, cenderme û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê gihiştine cihê bûyerê.