Seroka TTBê Şebnem Korur Fincancî hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk û pispora pizîşkiya dadê Şebnem Korur Fincancî îro ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Derbarê Şebnem Korur Fincancî ji ber axaftinên wê yên derbarê îdiaya bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve li dijî PKKê, lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di çarçoveya yasaya têkoşîna dijî terorê de û bi tohemta “propagandaya bo rêxistina terorê” derbarê Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincancî de lêpirsîn daye destpêkirin.

Derbarê desteserkirina Fincanci de Yekîtiya Pizîşkên Tirk li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û nivîsiye: “Di encama kampanya armancgirtinê de ku ev demeke tê kirin mamosteya me Dr. Şebnem Korur Fincancî îro hat desteserkirin û em van kiryaran bi ti awayî qebûl nakin. Em dê li seroka xwe û yekîtiya xwe xwedî derkevin û li ser tekoşîna xwe berdewam bin!”

Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê PKKê roja 18ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, artêşa Tirkiyê di êrîşên xwe yên li dijî wan de çekên kîmyayî bi kar anîne û 17 gerîlayên wan di encama wan êrîşên kîmyayî de canê xwe ji dest dane.

Piştre Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê îdiayê de daxuyaniyek dabû û banga lêkolînê kiribû.

Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk jî têkildarî mijarê daxuyaniyek dabû û gotibû, “Min berê jî lêkolîn kiribû. Yek ji gazên jehrî ku rasterast bandorê li pergala nervê dike, hatiye bikaranîn. Gelek cureyên çekên kîmyewî hene. Her çendî bikaranîna wê qedexe be jî, mixabin em dibînin ku di pevçûnan de tê bikaranîn.”

Şebnem Korur Fincancî herwiha destnîşan kiribû ku pêwîst e komîteyên serbixwe li herêmê li gorî peymanên navneteweyî lêkolînê bikin û gotibû, “Li gorî peymana Cenevreyê ku sepandina peymanên navneteweyî û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike pêdivî ye ku prensîbên Protokola Minnesota bêne cîbicîkirin, û hem jî dema ku îdîayek weha derkeve holê were diyarkirin ku lêpirsînek çawa bê meşandin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî çend rojan li hember daxuyaniya Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fincancî bertek nîşan dabû û gefa wê yekê xwaribû ku ew dê lêpirsînê bidin destpêkirin.

Erdogan herwiha diyar kiribû, ew dê Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê ji “paşmayên terorê” paqij bikin û gotibû, eger pêwîst bike ew dê navê Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê biguherin.

Doh 25ê Cotmeha 2022ê Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî, Fincanci wek hedef nîşan dabû û gotibû: “Bila deriyê Yekîtiya Pizîşkên Tirk were girtin, azadbûna pizîşkên me girîng e. Serokê Yekîtiya Pizîşkên Tirk û ewên din bila ji welatîbûna Tirkiyê bên avêtin, rêya herî ji aqil re guncaw ew e ku mehkûmî bê welatî û bê nasnamebûnê bên kirin.”