Li Deryaya Egeyê 266 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Ayvalikê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê, 266 koçber hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku wan koçberan dixwest derbasî Yûnanistanê bibin.

Hêzên Ewlehiya Peravan ên Tirkiyeyê, li Ayvalikê di Deryaya Egeyê de 266 koçberên desteser kirin.

Ev koçber di 5 belemên cuda de hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlehiya Peravan, koçber ji deryayê derxistin û ew radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Balikesîrê kirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê kontrolên xwe yên li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û Deryaya Egeyê zêde kirine.