Erdogan red dike, lê çalakiya xwendekaran berdewam e
Hewlêr (Rûdaw) - Derketina pirsgirêka xwendekaran li zanîngehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna cih li beşên navxwe û bilindbûna kirêya xaniyan li wî welatî bûye rojev. Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan red dike ku li Tirkiyê pirsgirêka zanîngehan a cihê manê hebe. Beşek ji partiyên opozisyonê ji ber vê rewşê rexneyên dijwar li desthilatê digrin û daxwaz dikin mêvanxaneyên dewletê ji xwendekaran re bên vekirin.
Derketina pirsgirêka xwendekaran li zanîngehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna cih li beşên navxwe (yurt) û bilindbûna kirêya xaniyan li wî welatî bûye rojev. Bi taybetî piştî ku hejmarek xwendekaran tevgera bi navê “Bêwaran” ava kirin û li park û cihên giştî razan. Serokkomarê Tirkiyê red dike ku li Tirkiyê pirsgirêka zanîngehan a cihê manê hebe.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Van rojan derbarê xwendekarên zanîngehan de, mixabin kampanyayeke gelekî kirêt tê kirin. Li welatê me ji dema em bûne desthilat, şiyana lixwegirtina beşên me yên navxwe bi awayekî zêde bûye ku di serdema ti desthilatekê de nehatiye dîtin. Di dema desthilata me de şiyana beşên navxwe gehiştiye astekî ku bikaribin nêzîka yek milyon xwendekar li xwe bigrin.”
Beşek ji partiyên opozisyonê ji ber vê rewşê rexneyên dijwar li desthilatê digrin û daxwaz dikin mêvanxaneyên dewletê ji xwendekaran re bên vekirin.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî dibêje: “Bi asanî hemû pirsgirêkan çareser dikin, 19 salan pirsgirêka beşên navxwe bi wan nehat çareserkirin, ne tenê bo we, soza min bo hemû xelkê vî welatî heye, ne bi 19 salan, di dema salekê de pirsgirêka beşên navxwe yên Tirkiyê çareser dikin, di yek sale de.”
Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê çalakiya xwendekarên zanîngehê ji ber nebûna beşên navxwe berdewam e. Piştî banga Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê li ser torên civakî, bi awayekî demkî li hotêlan cih bo zêdeyî 3 hezar xwendekaran hat dabînkirin.
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê jî hejmarek xwendekarên Zanîngeha Munzurê ji ber nebûna cih vegeriyane bajarên xwe û wek çareseriyeke demkî li beşên din ên navxwe û hotêlan cihê manê bo zêdeyî 660 xwendekaran hatiye dabînkirin.