Cîran bi nav hev ketin: 3 kuştî

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Keçîorenê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê di pevçûna cîranan de 3 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû.

Cîranên ku ji berê ve di navbera wan de pirsgirêk hebû derengê şevê li Taxa yayalayê careke din ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû û veguherî pevçûnê, M.E. cîranên xwe M.Z., M.O., M.Z. û Ş.Z. dan ber guleyan.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku M.Z., M.O. û M.Z. li cihê bûyerê mirine.

Tîman Ş.Z. bi birîndarî gihand nexweşxaneyê.

Polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.