Ji 10 kirêdaran 9 nikarin xaniyên li gorî kîsê xwe peyda bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 10 kirêdaran 9 nikarin xaniyên li gorî budçeya xwe peyda bikin.

Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Ipsosê encamên lêkolîna xwe ya li ser rewşa kirêdar, krîza peydakirina xaniyan û pirsgirêkên kirêciyan ragihand.

Li gorî wê kompanyayê ji 10 kirêciyên 9 dibêjin ku eger ew neçar bimînin xaniyên xwe biguherin nikarin xaniyekî li gor budçeya xwe peyda bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê welatî ji ber enflasyon û bihabûna jiyanê di rewşeke xirab de dijîn.

Zêdebûna kirêya xaniyan jî bandoreke neyînî li welatiyan dike û ew di peydakirina xaniyan de zehmetiyan dikişînin.

Ji 10 kirêdaran 9 neçar in ku xaniyên xwe biguherin

Li gor lêkolînê ji her 10 kirêdaran 9 neçar in ku xaniyên xwe biguherin.

Ji sedî 90ê kirêdaran jî dibêjin eger ew neçar bibin xaniyên xwe biguherin, ew nikarin xaniyekî nû yê li gor budçeya xwe bibînin.

Herwiha ji sedî 69ê wan jî neçar in zêdekirina kirêyan a di ser rêjeya enflasyonê re qebûl bikin û ew rêje di dema nûkirina girêbesta kirêya xaniyan de ji sedî 86 zêde dibe.

Li gor lêkolînê sala borî rêjeya kesên ji tax û kolana ku lê diman razî ne ji sedî 41 bû lê ew rêje îsal daketiye ji sedî 35an.

Li gor biryareke Hikûmeta Tirkiyeyê, ji 2ê Tîrmeha 2023yan heta 2ê Tîrmeha 2024an xwediyên xaniyan tenê dikarin nirxê kirê ji sedî 25 zêde bikin.

Di beşa nirxandinê ya lêkolînê de tê gotin ku biryara hikûmetê pirsgirêka kirêdar û xwediyên xaniyan çareser nekiriye.

Ipsosê di beşa nirxandinê ya lêkolîna xwe de got:

“Sala borî ji her 2 kirêdaran yekî ji wan digot, zêdetirî sînorê fermî (ji sedî 25) daxwaz ji wan hatiye kirin ku kirê zêde bikin lê îsal rewş xirabtir e.

Êdî ji her 10 kirêciyan 7 ji wan rûbirûyê vê rewşê dibin. Sala borî ji 4 kirêdaran 3 ji wan ev rewş qebûl kiriye ku kirêya wan zêdetirî sînorê hatiye diyarkirin bê zêdekirin.

Îsal ji her 10 kirêciyan 9 ji wan neçar mane vê rewşê qebûl bikin.”

Di saleke dawî de kirêya xaniyan zêdetirî ji sedî 100 biha bûye

Welatî di peydakirina xaniyan de zehmetiyan dikişînin. Niha li cihekî wek Stenbolê kirêya xaniyekî navendî 10 hezar lîreyên Tirkî ye ku mûçeyê kêmane 11 hezar û 400 lîre ne.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo ku rê li ber zêdekirina kirêyan bigire yasayek derxistiye.

Li gor wê yasayê nabe ku xwediyên xaniyan zêdetirî ji sedî 25 kirê zêde bikin lê piraniya wan guh nadin vê biryarê û li gor dilê xwe kirêyan zêde dikin.

Ji ber vê rewşê rojane li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê alozî û şer di navbera kirêdar û xwediyên xaniyan de derdikevin.

Herî dawî şeva borî li bajarê Edeneyê di şerê xwediyê xanî û kirêdarekî de 3 kes birîndar bûn.

Herwiha hejmara dozên kirêdar û xwediyên xaniyan jî li dadgehan zêde dibin.

Meha îlonê xwendekarên zanîngehan jî dest bi xwendina xwe dikin û tê pêşbînîkirin krîza xaniyan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê kûrtir bibe.

Ji ber ku cihên mayînê yên zanîngehan têra xwendekaran nakin û ew jî neçar in di xaniyên kirê de bimînin.