Bi demançeyê ket hundirê nexweşxaneyê: Polîsek, cendirmeyek û 3 kes birîndar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rîzeyê ya Tirkiyeyê kesek bi demançeyê ket hundirê Beşa Çavdêriya Hûr a Nexweşxaneya Dewletê ya Rîzeyê û gule li derdorê reşandin.

Di encamê de polîsek, cendirmeyek, xebatkarekî tendirustiyê û 2 nexweş birîndar bûn.

Şevê din li Taxa Emniyetê ya Rîzeyê li Beşa Çavdêriya Hûr a Nexweşxaneya Dewletê ya wê parêzgehê, kesekî ku nasnameya wî hîn eşekere nebûye, ji ber sedemeke nayê zanîn ket hundirê nexweşxaneyê û bi demançeyê gule li derdorê reşandin û reviya.

Di encamê de dû nexweş, polîsek, cendirmeyek û karmendekî tendirustiyê bi giştî 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs bo cihê bûyerê hatin şandin û êrişkar piştî demekê li nêzîkî heman nexweşxaneyê hat desteserkirin.

Birîndar, di jêr tedbîrên ewlekariyê de bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hatiye ragihandin ku rewşa tendirûstî ya birîndarekî giran e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat despêkirin.

Kêliyên dema êrişê, ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hatine tomarkirin.