Li Kocaeliyê 5 gumanbarên DAIŞê hatin destserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kocaelî yê Tirkiye di operasyonekê de 5 kes bi gumana endamtiya DAIŞê hatin destserkirin.

Ajansa Fermî ya Tirkiye ragihandiye ku Tîmên Rûbirûbûna Terorê yên Girêdayî Rêveberiya Ewlekariya Kocaelî derbarê çend kesên biyanî ku peywendiya wan bi rêxistina  DAIŞê re heye lêkolînek daye destpêkirin.

Di çarçoveya lêkolînê tîman îro 26ê Temûza 2022ê de bi operasyoneke hemwext avêtin ser çend navnîşanan û   5 gumanbarên biyanî yên DAIŞê  hatin desteserkirin.

Hat ragihandin karûbarên yasayî yên wan kesên destserkirî li navenda ewlekariyê berdewam in.