Ji ber Ocalan derbarê Rêveberê TELE1ê de lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber weşandina vîdeoya Ocalan bi îdiaya “propagandeya rêxistina terorê û pesindana tawan û tawarbar” derbarê Rêveberê Weşanê yê Giştî yê televizyona TELE 1ê de lêpirsîn da destpêkirin.

Rojnamevan û Rêveberê Weşanê yê TELE 1 Merdan Yanardag di weşana televîzyonê de gotibû, “Tecrîta li ser Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqê ye. Ne malbat û ne jî parêzerên wî nikarin hevdîtinê bikin. Ma qey sîstemeke wiha dibe? Abdullah Ocalan kesekî jîr e ku gelekî pirtûkan dixwîne, analîzên rast dike û ji siyasetê fam dike.”

Piştî ev gotin li ser medya civakî hatin belavkirin Yanardag derbarê vê yekê de peyamek belav kir û got, ev dîmen bi zanebûn hatine birîn û montajkirin. Lê Serokê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) Ebubekir Şahin li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ji ber Yanardag pesnê Ocalan daye derbarê televîzyonê de lêkolîn dane destpêkirin.

Rojnamevan Yanardag bersiva Şahin dabû û gotibû, “Ebubekir beg, kesî pesnê kesî nedaye. Berovajiya vê yekê bernameyek heye ku rexne li daxuyaniyên Parlamenterê AK Partiyê Galip Ensarioglu yê ku pesnê Apo dide û rêyeke nû ya proseya çareseriyê digre. Wek dema proseya hilbijartinê bi vîdeoyên montaj li hincetan negerîn.”