Siyaseta derve ya Tirkiyê dê piştî gera duyem çawa bê meşandin?
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî beşeke zêde ya şîrovekaran li Tirkiyê, çi oposizyon, çi desthilat bi ser bikeve, siyaseta derve ya Tirkiyê zêde naguhere. Ji ber ku tê gotin, siyaseta derve li Tirkiyê ji hikûmetan zêdetir karekî dewletî ye lê dîsa jî pêşbînî tê kirin ku eger Kemal Kiliçdaroglu bi ser bikeve, dibe ku bi taybetî di mijara Sûriyê de helwesteke nerm nîşan bide.
Beriya gera duyem a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê yek ji mijara ku tê nîqaşkirin jî pêşbiniyên li ser guhertina siyaseta derve ya Tirkiyê ne. Li gorî gelek şîrovekarên Tirkiyê siyaseta derve ji hikûmetan zêdetir girêdayî helwesta dewletê ye û bi guhertina desthilatan guhertineke zêde di siyaseta derve de nabe.
Ji Navenda ORSAMê Bîlgay Duman got, “Bi dîtina min hinek pîvanên siyaseta derva ya Tirkiyê hene, li Tirkiyê siyaseta derve ji hikûmetan zêdetir bi destê dewletê tê meşandin, ez bawer nakim ku guhertineke zêde cidî çêbibe lê bê guman siyaset bi destê mirovan tê kirin û rola serokan îdeolojî û fikra wan bandorê dê siyaseta derve jî bike gelek caran em dibînin ku kesayetiya rêveberan dibe sedema guhertina siyasetê lê Tirkiyê bi taybetî jî bo ciranên xwe hinek helwestên esasî hene û ew jî gelekî kêm diguherin.”
Li gorî beşeke pêşbiniyan jî eger Erdogan bi ser bikeve Hikûmeta Tirkiyê dê li ser heman siyaseta xwe berdewam be lê eger opozîsyon ango Kemal Kiliçdaroglu bi ser bikeve di serî de mijara Sûriyê,di hinek mijaran de dê helwesta Tirkiyê nermtir bibe.
Ji KAFKASAMê Hasan Oktay anî ziman, “Li gorî îhtimaleke mezin wê Erdogan bê hilbijartin, eger Erdogan bê helbijartin, wê bi Beşar Esed re bicive. Kiliçdaroglu jî berdewam dibêje pêwîst e ku dewlet bi Esed re aştiyekê bike, eger rewş aram bibe li Sûriyê êdî kêşeyên emnî û asayîşê nemînin wê demê dê êdî koçberên Sûriyê bixwazin vegerin welatê xwe û em jî rêya wan nagirin.”
Yek ji karên piştî hilbijartina gera duyem jî dê guhertina wezîrê derve be ji ber ku eger Erdogan bi ser bikeve jî wezîrê niha Mevlut Çavuşoglu weke parlamenter hatiye hilbijartin û êdî nikare weke wezîr jî kar bike.