Demirtaş derbarê hilbijartina serokkomariyê de peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş ragihand: “Em Kiliçdaroglu bikin serokkomar, bila Tirkiye nefesê bistîne.”

Selahattin Demirtaş, li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu belav kir û banga piştevaniya kir.

Demirtaş got: “Eger ji sindoqan guherîn dernekeve dê aborî û demokrasî bibin karesat. Êdî gera sêyem a vî karî jî nîne. Em birêz Kiliçdaroglu bikin serokkomar, bila Tirkiye nefesê bistîne. Biçin sindoqê, ji bo 1 nefesê 1 deng bidin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî îro li Amedê konferanseke rojnamevanî saz kir û banga çûna ser sindoqan û piştevaniya Kiliçdaroglu kir.