Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê der barê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan de ji ber gotinên wî di bernameyeke televîzyonê de lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Buroya Lêpirsîna Sûcên Meclîsê, derbarê Parlamenterê HDPê Omer Ocalan de ji ber ku di bernameya televizyonekê de gotiye “Temenê Tirkiyê nedirêj e. Tirkiye dê bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî re rûbirû bibe û nekare ji nav derbikeve” lêpirsîn da destpêkirin.

Lêpirsîn bi îdiaya "Heqaret li miletê tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê kiriye" di çarçoveya xala 301. a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de tê kirin.

Hat îdiakirin ku Omer Ocalan di televizyoneke nêzîkî PKKê de dema êrişên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê yên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê nirxandiye ev gotinên xwe anîne ziman.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsanê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîd li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin.