Ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê li Antalyayê kirêya xaniyan %300 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê navbera Rûsya û Ukraynayê kirêya xaniyan li Atalyayê ku di warê geştyarî de yek ji navdartirîn bajarên Tirkiyê ye, 10 qat zêde kiriye û endamekî Odeya Bazirganî û Pîşesazî jî dibêje, kirêya xaniyan bi rêjeya %300 zêde bûye.

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Antalyayê Mustafa Ayanoglu got: “Ligel ku demsala geştyariyê destpê kiriye û her sal di vê demê de kirê giran dibin, lê vê carê ji ber koçberên Ukraynî û destnîşankirina Antalyayê bo niştecihbûnê, sedema duyem e ku kirê bi awayekî gelekî zêdetir giran bibe.”

Ayanoglu dibêje: “Geştyarên Rûsî hewqasî serdana Antalyayê kirine, wek kesekî Antalyayî bajar naskirine, ew ji dêlva li otêlê bimînin, xaniyan bi kirê digrin û geştyarên Ukraynî jî bi heman awayê Rûsan vî karî dikin.”

Ayanoglu tekez kir ku îsal ji ber zêdebûna hejmara koçberên Ukraynî kirê bi awayekî gelekî metirsîdar zêde bûne û got: “Daîreyeke asayî ku berê kirêya mehana di navbera 2500-3000 lîre (170-200 dolar) de bû, niha xwediyên wan daxwaza 10.000-12.000 lîre (675-800 dolar) dikin û pêşekiya şeş meh heta salekê jî werdigrin. Li cihên gelekî luks û giranbiha jî kirêya mehane digihe 40.000 lîre wate 2700 dolar.”

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Antalyayê da zanîn ku li nav Antalyayê kirêya xaniyan hemû sînorek bezandiye û got: “Kar gehiştiye astekî du malbat hev digrin û li mala yekî ji wan dimînin daku xaniyê duyem bidin bi kirê û dahatê jî li hev parvebikin.”

Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê, di çarîka yekem a sala 2021pê de Rûsan 938 xanî yan daîre li Tirkiyê kirîne, ev hejmar di çarîka yekem a îsal de gehiştiye 1535 xaniyan. Wate bi rêjeya %63 Rûsan zêdetir xanî kirîne. Ukrayniyan jî di çarîka yekem a 2021ê de 222 xanî kirîne, lê di çarîka yekem a îsal de ew hejmar gehiştiye 381 xanî û bi rêjeya %71 zêde bûye. Piraniya xaniyan jî li Antalyayê hatine kirîn.