Yilmaz Tunç li ser serlêdana malbata Ocalan daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser serlêdana malbata Ocalan a ji bo serdanê got, "Ji bo serdana Îmraliyê serlêdan ji aliyê malbata Ocalan ve hat kirin, tê nirxandin."
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç beriya Civîna Koma AK Partiyê bersiva pirsên rojnamegeran da û rojev nirxand.
Wezîr Tunç li ser serlêdana malbata Abdullah Ocalan a ji bo serdana Îmraliyê axivî.
"Ne hevdîtina çaremîn e lê hevdîtina malbatê heye"
Tunç ragihand ku ji bo serdana Îmraliyê, ji aliyê malbata Ocalan ve serlêdan hatiye kirin û pêvajoya nirxandinê berdewam dike û got:
"Ji bo serdana malbata Abdullah Ocalan a Îmraliyê serlêdana malbatê hat kirin, tê nirxandin.
Ne hevdîtina çaremîn e lê hevdîtina malbatê heye. Omer Ocalan hevdîtin kiribû, berê jî hevdîtinên birayê wî çêbûbûn.
Ev mijarek e ku dê di çarçoveya qanûnê de, di çarçoveya mafên girtiyên mehkûmkirî de were nirxandin. Em dê daxwaza serdana malbatê binirxînin."