Li Samandagê welatî dijî rijandina kavilan bo navçeyê derketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Samandagê ya ser bi parêzgeha Hatayê kavilên erdheja 6ê Sibatê bi barhilgiran ji bo cihên nîştecihbûnê û nêzîkî deryayê tên veguhestin, lê nîştecihên navçeyê rê li barhilgiran girtin û nerazîbûna xwe pêşan dan.

Piştî erdhejên navend Mereş ên 6ê Sibatê kar û xebata rakirina kavilan li navçe û navenda parêzgeha Hatayê berdewam in.

Îro Yekşemê 26ê Adara 2023an li navçeya Samandagê ya Hatayê welatiyan rê li balhilgiran girtin û nehiştin ku kavil li cihên nîştecihbûna wan bên rijandin.

Welatî dibêjin kavil nêzîkî sînorê deryayê, dibistanan û bajarên konan yên ku zerardîtiyên erdhejê lê dimînin tên rijandin û ev yek ji bo tendirûstiya wan metirsiyeke.

Di dime rêgirtinê de di navbera welatiyan û şofêrên barhilgiran de pevçûn derket û şofêrê barhilgirê xwest bi ser welatiyan ve barhilgirê bajo. Piştî hatina polîsan barhilgir ji qadê hate dûrxistin.