PSK û HAK-PARê biryara xwe eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan ragihand ku we dê weke partî beşdarî hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê bibin û ew dê piştgiriya ti hevpeymaniyekê nekin. Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî ragihand ku egereke mezin ew dê piştevaniya Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bikin.

Bo hilbijartina serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê ku 14ê Gulana îsal tê kirin, mafê sê partiyên Kurdî heye ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR), bi fermî piştgiriya xwe bo Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ragihandiye.

HDP, herçiqas piraniya dengderên wê Kurd in, lê wek partiyeke Tirkiyê tê naskirin, berbijêr wê bo postê serokkomar nîne û tê çaverêkirin ku piştgiriya xwe bo Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu rabighîne.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku partiyeke Kurdistanî ye û bi lîsteya xwe beşdarî hilbijartinan dibe, hewl dide eniyeke Kurdistanî pêk bîne.

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan dibêje: “Em dixwazin weke partî beşdarî hilbijartinan bibin û tifaqên ku li Tirkiyê çêbûne em piştgiriya wan nakin. Tifaqa Cumhur, Tifaqa Millet û HDP jî di nav de ti siyaseteke wan a zelal derbarê meseleya Kurdî de nîne. Em dibêjin divê siyaseteke nû li Bakurê Kurdistanê ava bibe. Em ji bo vê hewl didin xeta millî û statûxwaz pêşde biçe. Lewma em nêzîkî HDPê nînin û dibêjin divê ji bilî HDPê dengeke nû li Bakurê Kurdistanê derbikeve.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), piştgirîkirina Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu wek baştirîn bijarde dibîne bo guhertina desthilatê li Tirkiyê.

Serokê PSKê Bayram Bozyel jî got: “Eger hêzên Kurd, hêzên demokrat û hêzên aştîxwaz hêzên xwe bikin yek û li ser bernameyeke demokratîk û li ser bernameyeke ji bo çarserkirina pirsa Kurd bikarin kar bikin dê sûdê ji vê dema li pêşiya me bistînin. Ji ber vê yekê partiya me ku her çend me heta niha biryara xwe eşkere nekiribe jî em dê dengê xwe bidin aliyê guherîn û demokratîkbûnê û eger mezin e ev jî dê Kiliçdaroglu be.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber îdeolojiyên cuda û siyaseta partiyan, dengên Kurdan bi ser çend eniyan de dabeş bûne, ji xeynî HAK-PARê, ku kar bo pêkanîna hevpeymaniyeke Kurdistanî dide, HDP jî ku Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ligel pênc partiyên çep ên Tirkiyê pêk aniye, hewl dide ligel partiyên Kurdistanî jî hevpeymaniyê bike.