Wezîrê Dadê ragihand: Gelo dê Ocalan bi vîdeoyê bang bike?

Abdullah Ocalan û Yilmaz Tunç /Wêne: Rûdaw Grafîk

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser awayê ku Ocalan dê çawa bang bike got, "Rêzikname ji bo hikumxwaran ne guncaw e ku hevdîtinên vîdeoyî bikin."

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe li girtîgeha li Girava Îmraliyê bi Serokê PKKyê Abdullah Ocalan re sêyemîn hevdîtina xwe pêk bîne.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê serdana Heyeta Partiya Partiyê ya sibê ya bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da.

Yilmaz Tunç li ser îhtimala banga Ocalan got, "Piştî hevdîtinan dê diyar bibe ka dê bang bê yan na."

Li ser mijara ku îhtimal e Ocalan bi rêya vîdoyê bang bike Yilmaz Tunç wiha got, "Rêzikname ji bo hikumxwaran ne guncaw e ku hevdîtinên vîdeoyî bikin."