Li Kastamonuyê otobus qulibî: Gelek mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Taşkopruyê ya parêzgeha Kastamonuyê ya Tirkiyeyê otobuseke rêwiyan qulibî.
Li gorî agahiyên destpêkê, çar kesan cane xwe ji dest da û gelek birîndar hene.
Otubusa bi plakaya Stenbolê (34 ESY 73) li derdora gundê Alatarlayê çû nav erdan û qulibî.
Gelek cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Li gorî tesbîtên ewil, çar kes mirine, 32 kes birîndar bûne û birînên sê birîndaran giran in.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyan.