Demîrtaş: Hemû partî di çareseriya pirsgirêka Kurd de alî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ragihand ku hemû partî di çareseriya pirsgirêka Kurd de alî ne.

Rûniştina Doza Kobaniyê îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya li Enqereyê hat kirin.

Di vê dozê de hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin.

Hinek girtiyên li salona dadgehê amade bûn û girtiyên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li rûniştinê bûn.

Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya SEGBÎSê beşdarî dozê bû û û bi zimanê Kurdî dest bi parastina xwe kir.

Demîrtaş ji bilî parastina xwe derbarê çend mijarên di rojevê de jî axivî.

“Ez neviyê Şêx Seîd im”

Demîrtaş behsa Şêx Seîdê Pîran û tohmet û sivkatiyên li dijî  şexsiyeta wî kir û got:

Kesê xiyanet kiriye ne Şêx Seîd e. Rêveberiya Enqereyê bû. Derewan dikin. Tenê yek belgeyeke ku hevkariya Şêx Seîd û îngilîzan nîşan bide tune ye. 

Bila rewşenbîrên Tirk hinekî bixwînin û bibin xwedî zanyarî. Yên ku ji min hez dikin bila bizanin ez yek ji neviyên Şêx Seîd im.”

“12 leşkerên hatine kuştin birayên min in”

Demîrtaş derbarê şer û rûbirûbûnên dawî yên di PKK û Artêşa Tirkiyeyê de axivî û got:

“Dilê me dişewite. Min çend caran got. 12 leşkerên bi axê hatine spartin birayên min in. Zarokên xelkê hejar ên vî welatî ne.

Xwezî me bikara aşitiyê pêk bînîn û ew bijiyan. Hûn dikarin yek siyasetnedarê Tirk nîşan bidin ku bibêje Kurd û Tirk ên mirine jî birayên min  in, gerîla û leşker jî birayên min?

Ne di xema wan de ye. Em ew alî ne ku êşa me heye û êşa vê yekê dikşînin.”

“Kesên aşitiyê dixwazin dixin girtîgehan”

Demîrtaş destnîşan kir ku berpirsên Tirkiyeyê li Filistînê aşitiyê diparêzin lê ew kesên ku li welatê  xwe aşitiyê dixwazin dixin girtîgehan û got:

“Eger ev yek ne dirûtî be çi ye? Em dê di her şert û mercan de bi prensîb tevbigerin û li ser parastina aşitiyê berdewam bin.

Eger îro Tirkiye ji bo zarokên xwe bigirî roja wê yekê ye ku ji siyasetmedaran hesabê bipirsin.”

“Berjewendiya wan di vê xwînê de heye”

Demîrtaş da zanîn leşkerên Tirkiyeyê di pileya jêr sifrê 20ê de canê xwe ji dest daye û got:

“Divê ji wan kesan hesab bê pirsînin  ku li ser kursiyên xwe yên germ biryara operasyonê didin û di jêr sifrê 20 pile de pirsa Kurd li pişta ciwanan bar dikin û wan dişînin operasyonê. 

Di demekê de ku em êşa bixakspartina ciwanên 20-22 salî dijîn,  hemû alîgirên desthilatê yên ku me bi terorîstî û kujeriyê tohmetbar dikin, ew in ku berjewendiya wan di vê xwînê de heye.

Hinek parlamenter hene ku ev 5 serdem in parlamenteriyê dikin ku carekê jî peyva aşitiyê di jiyana xwe de bi kar neanîne. Parlamenterên herî dewlemend ên Tirkiyeyê ew in.”

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propaganedeya rêxistinê” ji 4ê Çiriya Pêşînê ya 2016an ve di çarçoveya Doza Kobaniyê de li girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Tevî biryara berdanê ya Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ew nayê berdan û pêvajoya darizandina wî berdewam dike.